Girtiyê ku gefa kuştinê lê hatibû xwarin serî li OHD’ê da 2024-09-11 12:23:18   RIHA - Girtî Erdal Daghan ê ji aliyê leşkerên ku îşareta gurê boz kirin ve hate derbkirin û bi kuştinê gef lê hate xwarin serî li OHD’ê da.    Girtî Erdal Daghan ê berî û piştî danişîna jê dihate darizandin ji aliyê leşkerên ku îşareta gurê boz kirin ve hate derbkirin û bi kuştinê gef lê hate xwarin serî li Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) da. Daghan ê ji bo danişînê ji Girtîgeha Şakran a Îzmîrê anîn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Rihayê, di daxwaznameya xwe de naveroka îşkenceya dîtî vegot û xwest ku OHD giliyê berpirsyaran bike.    TIŞTÊN BI SERÎ HATIN VEGOTIN   Daghan, diyar kir ku di dema sewqkirina edliyeyê de tevî ku ji cihazê X-Rayê re derbas bûye jî lêgerîna tazÎ lê hatiye ferzkirin û anî ziman ku li dijî vê yekê derketiye. Daghan, destnîşan kir ku fermandarê cendermeyan ê ew ji Girtîgeha Şakranê anî Rihayê êrişî wî kiriye û wiha got: “Xeberên ku mirov nikare bibêje gotin. Kesên li cem wî jî pêhn danîn. Pişt re bi awayekî bi paş ve ez kelemçe kirim û li wesayîta rîngê hatim siwarkirin.”   Daghan, diyar kir ku dema dibirin edliyeyê mûameleya nebaş berdewam kir û ji parêzerê xwe yê OHD’î re re ev tişt gotin: “Piştî danişînê min xwest ku ji bo rapora derbkirinê wergirim min bibin nexweşxaneyê. Li ser vê yekê ez birim Nexweşxaneya Dewletê ya Hîlwanê. Ez negirtim hundirê nexweşxaneyê, bijîjk hat û ez di hundirê wesayîta rîngê de mûayene kirim. Xwest ez pantorê xwe bînim xwarê, min jî ji bo cihên hatin derbkirin nîşan bidim anî xwarê, min ferq kir ku leşkerê li cem wî bi telefonê dîmen dikişîne. Piştî ku bijîjk çû bela xwe li min dan. Berçavka min wergirtin û nedan. Piştî ku min bersiv neda dest bi êrişê kirin. Di dema êrişê de leşkeran îşareta gurê boz dikirin.”    RAPOR NEDANÊ BI KUŞTINÊ GEF LÊ XWARIN   Daghan, diyar kir ku beriya rapora derbkirinê bê dayîn ew birine girtîgehê, di ketina girtîgehê de ji aliyê leşkerekî ve bi gotina “Tu careke din bê ez şarjorê li ser te vala bikim. Ez ê te sax bibim û mirî bînim” gefa kuştinê lê hatiye xwarin. Daghan, destnîşan kir ku dê giliyê hêzên ewlekariyê yên ew ji Îzmîrê anîne, birine edliyeyê û nexweşxaneyê û di ketina girtîgehê de gef lê xwarine bike.    Hate zanîn ku OHD dê têkildarî serlêdanê serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bide û giliyê kesên berpirsyar bike.