Li Qoserê kampanyaya paqijiyê hate destpêkirin 2024-09-11 12:45:15   MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Qoserê li navçeyê kampanyayeke mezin a paqijiyê da destpêkirin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Qoserê, li navçeya Qoserê kampanyaya paqijiyê da destpêkirin. Komên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Hawirdorê ya Şaredariya Bajarê Mezin û Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya Qoserê di vê çarçoveyê de li Taxa TOKÎ Yenîkentê dest bi xebatên paqijiyê kirin.    Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Cîgirên Hevşaredarên Qoserê Adîle Kizilay û Şukru Yildirim, endamên Meclisa Şaredariyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, keya, welatî û xebatkarên şaredariyê tev li bûn.    Demîr, beriya kampanyayê daxuyanî da û got: “Divê paqijî bibe çandek û şêweyekê jiyanê. Divê mirov li derdora xwe dest bi paqijiyê bike. Paqijî ne tenê karê xebatkarên paqijiyê ye. Hemû civakê eleqedar dike. Paqijya herî mezin, qirêjnekirina derdorê ye. Em dixwazin di çarçoveya derfetên şaredariyê de civakeke hîjyenîk, hawirdoreke birêkûpêk û bitendurist ava bikin. Tekane daxwaza me ya ji gel ew e ku xwedî li bajarê xwe derkevin û girîngiyê bidin paqijiyê.”    Piştî daxuyaniyê xebatên paqijiyê dest pê kirin.