Dewleta tirk stasyona avê ya Eyn Îsayê bombebaran kir 2024-09-11 13:36:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li Eyn Îsayê stasyona ava vexwarinê bombebaran kir.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê, stasyona ava vexwarinê ya li gundê Hîşe yê li rojhilatê Eyn Îsayê bombebaran kirin. Di êrişê de xesarên madî çêbûn.