Doza ‘govendê’ ya li Dêrsimê hate taloqkirin 2024-09-11 13:37:23   DÊRSIM - Danişîna doza 15 kesên ku bi hinceta li gel stranên kurdî li Dêrsimê govend gerandine tên darizandin hate taloqkirin.    Derbarê 15 kesan de bi hinceta di dema pêşhilbijartinên ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Dêrsimê de ligel stranên kurdî govend gerandine bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê hate lidarxistin. Hevseroka DEM Partiyê ya Dêrsimê Esma Ataş, endama Meclisa DEM Partiyê Beybûn Aslan, Jiyan Aslan, nûçegihana Ajansa Nûçeya a Pîr (PÎRHA) Nûray Atmaca, Cemîle Ataş, Besîme Gok, Nazli Çelîk Oz, Bariş Goktepe, Ozer Laçîn, Sevîm Saglam, Leyla Aslan, D.B. , Y.O., N.Y. tev li danişînê bûn. M.K. ya tê darizandin hincet nîşan da û tev li danişînê nebû.    Kesên tên darizandin li dijî sûcdariyan parastina xwe kirin, bi bîr xistin ku gerandina govendê ne sûc e û daxwaza beraeta xwe kirin. Parêzeran jî diyar kirin ku piştî analîza dîmenan dê parastina xwe bikin.    Şandeya dadgehê ya daxwaza parêzeran qebûl kir, danişîn taloqî 4’ê kanûnê kir.