Wêneyê endamê JÎTEM’ê Ersever li ser motosîkleta polîsî ye 2024-09-11 14:12:52   COLEMÊRG - Li Colemêrgê polîsekî, etîketa sîluetê endamê JÎTEM’ê Cem Ersever bi motosîkleta xwe ve kir.    Li navenda Colemêrgê polîsekî, etîketa sîluetê endamê JÎTEM’ê Cem Ersever ê bi gelek cînayetên kiryarên nediyar derket pêş, bi motosîkleta xwe ve kir. Di biniya etîketê de jî nivîsa “Tenê mirî dibînin” cih girt.