Li Kursa Quranê tacîza zayendî li zarokekê hat kirin 2024-09-11 14:19:54 AMED - Li gundê Qetîn ê bi ser Karazê ve perwerdekarê Kursa Quranê Osman E. li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk anî.  Li gundê Qetîn ê bi ser naçveya Karaza Amedê ve Kursek Quranê heye. Osman E. ê li gund dimîne perwerdekarê kursê ye û dersê dide zarokan. Hat zanîn ku Osman E. li hemberî gelek zarokan tacîza zayendî kiriye.    Ji zarokan yekê tiştên hatine serê wan ji malbata xwe re vegotiye û bi vî awayî ev bûyera tacîza zayendî derket holê. Li ser gilîkirina malbatê Osman E. hat binçavkirin. Osman E. di 7’ê îlonê de ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar ve hat girtin. Hat zanîn ku Osman E. bi gotina “ez poşman im” xwe parastiye.   Osman E. di îfadeya xwe de dibêje ku zarokan wî masaj kiriye û paşê jî tacîza zayendî pêk aniye. Osman E. gotiye, “ez bi yek carekî ketim nava xefletê” û sûcê xwe îtîraf kiriye û gotiye:  “Paşê min xeletiya xwe ferq kir û min zarokê şand odeya wê. Ez poşman im.”    Hat diyarkirin ku gelek zarok li wê Kursa Quranê bi tacîza zayendî re rû bi rû mane.