Berdevka DEM Partiyê Dogan: Em di çarçoveya hevpariya têkoşînê de planên nû dikin 2024-09-11 15:07:24 ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî civîna MYK’ê ya berdewam dike anî ziman ku di çarçoveya hevpariya têkoşînê de plansaziyên nû dikin.  Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiya xwe ya didome li navenda xwe ya giştî civîna çapemeniyê li dar xist.   Dogan, bi Narîn Guran a piştî ku winda bû 19 rojan cenazeyê wê hate dîtin dest bi axaftina xwe kir. Dogan, anî ziman ku navên kesên tên qetilkirin, navên desthilatan tên guhertin lê rewşa heyî nayê guhertin. Dogan wiha berdewam kir: “Rojekê navê wê Roboskê, rojekê Ceylan, rojekê Cemîle, rojekê Ûgûr, rojekê Leyla ye… Kuştinên zarokan, teşeyê qetilkirina wan, lêgerîna edalet û darazê ya pişt re tê bi rê ve birin, kesên vedişêrin û têdikoşin… Vaye ev nayên guhertin. Kesên hewl didin veşêrin û li dijî vê têdikoşin. Wê demê cînayeta Narînê bi tena serê xwe weke cînayet nikare bigirin dest. Mixabin wêneyekî rizîbûnê derketiye holê.”   BANDORA ŞER    Dogan, bi lêv kir ku tiştên diqewimin ji ber bandora şer in û ev tişt got: “Me behsa rizîbûnê kir, belê rizîbûn heye. Ya ku dirizîne şer e. Li vî welatî şerek heye. Ne pêkane ku tiştekî li vî welatî diqewime ji rastiya vî şerî cuda binirxînin. Ne mirina jinan, ne zarokan, ne bûyerên îstîsmarê, ne tacîz, ne jî tecawiz. Weke civak em tesîreke rasterast a şer jiyan dikin.”   'ÇI TÊ VEŞARTIN?'   Dogan der barê kuştina Narînê de jî wiha got: “Çi li Çûliyê hebû? Çi tê veşartin? Heqîqeta li pişt vê cînayê çi ye? Çi ji raya giştî tê veşartin? Daraz dixwaze çi bike? Em dizanin daraz ji kî fermanê digire. Em vê ji Doza Kobanê dizanin. Lê em nizanin ka çi fermanan dane darazê. Tê îdiakirin ku li gund gule hatine dîtin. Gelê me viya meraq dike, lewma em neçarin bipirsin. Guleyên çi ne? Tişta ku li Çûliyê hat xwestin bê kirin çibû? Rayedarên desthilatdariyê neçar in ku viya eşkere bikin.”   HEVKARIYA TÊKOŞÎNÊ    Dogan bal kişand ser rojevên di civîna MYK’a partiya xwe de û got ku ji bo hevkariya têkoşînê ew plansaziyên nû dikin. Dogan da zanîn ku di rojeva civîna wan de “Tifaqa Demokrasiyê” jî heye û ew li ser tifaqê jî xebatên xwe didomînin.