Mixtar Salîm Guran ji wezîfeyê hat dûrxistin 2024-09-11 15:39:02   AMED - Apê Narîn Guran, Salîm Guran ê di çarçoveya lêpirsînê de hatibû girtinji wezîfeya mixtariyê hat dûrxistin.    Apê Narîn Guran, Salîm Guran ê mixtarê gundê Çûlî ya bi ser navçeya Rezana Amedê ve di çarçoveya lêpirsîna tê birêvebirin de 2’yê îlonê hatibû girtin. Bi biryara Desteya Îdareya Qeymeqamiya Rezanê ji wezîfeya mixtariyê hat dûrxistin. Qeymeqamiyê di şûna Salîm Guran de azayê 1’emîn wezîfedar kir.