Iraq û Îranê di navbera xwe de 14 peyman îmze kirin 2024-09-11 15:39:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Îranê li gel şandeyek aborî û siyasî ji bo hin peymanan îmze bike hate Bexdayê. Di serdanê de Iraq û Îranê derbarê mijarên cuda de 14 peyman îmze kirin.   Serokkomarê nû yê Îranê serdana xwe ya yekemîn a derveyî welat li Iraqê pêk anî. Serokkomarê Îranê û şandeya berfireh a siyasî û aborî ya li gel, li Balefirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê û rayedarên pilebilind ve bi merasîmekî fermî hate pêşwazîkirin.   Medya Iraqê ragihand ku bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî û Serokkomarê Iraqê Mesûd Pezeşkiyan 14 peymanên girêdayî mijarên cuda di navbera her du welatan de hatin îmzakirin.   Mijarên peymanên ku di navbera Iraq û Îranê de hatine îmzekirin wiha ne:   “*Lihevkirina hevbeş li ser hevkariya ceribandinê (rahênan).   *Lihevkirina hevbeş ya têkildarî ciwan û werzîşê.   *Lihevkirina hevbeş ya li ser danustandinên çandî, hunerî û arkeolojiyê.   *Lihevkirina hevbeş ya hevkariya di warê perwerdeyê de.   *Lihevkirina hevbeş ya têkildarî hevkariya ji bo medyayê.   *Lihevkirina hevbeş li ser hevkariya di warê peywendiyan de.   *Lihevkirina hevbeş ya têkildarî hevkariya di warê pêşxistina geştyarên ji bo cih û boneyên olî.   *Lihevkirina hevbeş ya derbarê hevkariya ji bo navçeyên sînor yên Iraq û Îranê.   *Lihevkirina hevbeş ya di warên çandinî û çavkaniyên xwezayî ya di navbera Iraq û Îranê de.   *Lihevkirina hevbeş ji bo hevkariya di warê karûbarên posteyê de.   *Lihevkirina hevbeş ya têkildarî hevkariya di warê parastina civakê de.   *Lihevkirina hevbeş ya ji bo hevkariya di warê perwerdehiya pîşeyî û teknîkî de.   *Lihevkirina hevbeş ya hevkariya ji bo pêşxistina hêza kar a jêhatî ya Iraq û Îranê.   *Lihevkirina hevbeş ya ji bo hevkariya di warê çalakiyên odeyên bazirganiyê yên Iraq û Îranê de.”   Biryare piştî temambûna hevdîtinan, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan serdana Herêma Kurdistanê bike û li gel berpirsên Herêmê bicive.