Nobeta Edaletê di roja 21’an de ye: Pêbawerî bi hiqûqê pêk tê 2024-09-11 15:40:13 ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş serdana Emîne Şenyaşar kir û got: “Nepêbaweriya herî mezin bêedaletî ye. Pêbawerî bi edaletê û hiqûqê pêk tê.”  Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku li ber Meclisê daye destpêkirin di roja 21’emîn de berdewam kir.    Emîne Şenyaşar behsa pêvajoya qetlîamê û qewimandinên piştî qetlîamê kir û carek din daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û banga berdana lawê xwe Fadil Şenyaşar ê girtî kir.    Parlamenterên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Dîlan Ayan Kunt serdana Emîne Şenyaşar kirin.    ‘MECLIS ÇI KARÎ DIKE?’    Beştaş da zanîn ku Meclis bi awayek zanebûn xwe li ber daxwaza malbata Şenyaşar bêdeng dike û bertek nîşanî Serokê Meclisê û Erdogan da ku guh nadin daxwaza Emîne Şenyaşar. Beştaş bal kişand ser berxwedana Malbata Şenyaşar ku bi salane didome û got: “Berxwedanek gelek watedar e. Heke Meclis nebe muxatabê vê yekê gelo wê bibe muxatabê çi? Meclis çi karî dike?”   BERTEK NÎŞANÎ KURTULMUŞ DA    Beştaş daxuyaniya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, “Wê pêbaweriya Meclisê were şikandin” bi bîr xist û got: “Nepêbaweriya herî mezin bêedaletî ye. Nepêbaweriya herî mezin zilm e. Nepêbaweriya herî mezin ew e ku darazê kirine amûrên xwe. Nepêbaweriya herî mezin necezakirina kujeran e. Pêbawerî bi edaletê û hiqûqê pêk tê.”