Di salekê de 66 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan 2024-09-11 15:49:29 STENBOL - Li gorî rapora ku ÎSÎG’ê têkildarî zarokên dixebitin amade kiriye, di saleke dawî de herî kêm 66 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.  Meclisa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya têkildarî mirinên karkerên zarok ên di sala perwerdehiyê ya îlona 2023 û tebaxa 2024’an de pêk hatin amade kiriye aşkere kir. Di rapora ku ÎSÎG’ê di malpera xwe de weşand, komên weke sektorên ku zarokên jiyana xwe ji dest dane lê dixebitîn, bajar, sedemê mirina wan, zayenda civakî cih digirin. Di raporê de hate destnîşan kirin ku di serdemên îlona 2023’yan û tebaxa 2024’an de herî kêm 66 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.    CÎNAYETÊN HERÎ ZÊDE LI STENBOLÊ NE   Di rapora hate parvekirin de hate diyarkirin ku ji 66 zarokan 61 xort 5 jî keçik in û hate diyarkirin ku di cînayetên kar ên zarokan de bi 7 mirinan rêjeya herî zêde Stenbol e. Di raporê de, ku sedemên mirinê hatin parvekirin, hat destnîşankirin ku ji sedî 20 mirinên ji ber “fetisandin-jehrîbûnê”, ji sedî 18 ji ber “ketina ji bilindahiyê” û ji sedî 17 jî ji ber “pelçiqandin-hezazê” rû dane.   Di raporê de ku belavkirina mirinan li gorî baskên kar jî tê de cih digire, hat gotin ku di çandinî/daristanê de 24 zarok, di înşaetê/rê de 13 zarok, di metalê de 9 zarok, di cihên bêhnvedanê de 6 zarok û di veguhastinê de 4 zarok û di penaber/koçberiyê de 5 zarokan jiyana xwe ji dest dane.