ROJEVA 11'Ê ÊILONA 2024'AN 2024-09-12 09:00:32   * DMME’yê têkildarî Abdullah Ocalan biryara “binpêkirinê” dabû û  Tirkiyeyê ev biryar tune hesibandibû. Tirkiye, ji bilî “plana çalakiyan” tu gavan naavêje. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser hewldanên rêxistinên maf û hiqûqê, mijar dîsa kir rojeva xwe.    * Aktîvîst Shaghayegh Noruzî destnîşan kir ku li Îranê pirsgirêka bingehîn ne por an jî cil û berg in lê rejîma ku ser laşê jinê desthilatê ava dike ye û wiha got: “Felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' ya li Kurdistanê derketiye, giranî û girîngiya xwe girt û ket nav dilê Tehrana Îranê û mirovan di li dor mijara zextan, gihand hev."   * Şaredariya Agiriyê ya DEM Partiyê di pêvajoya 5 mehan de pirsgirêkên bajêr ên li ber çavan yek bi yek çareser kirin. Şaredariya ku li gorî daxwazên gel plansaziya xwe çêdike, amadekariyan dike ku Navenda Çandê ya Ehmedê Xanî veke.   * Şahidê înfazên JÎTEM'ê Agît Malgaz demek berê ji ber krîza dil wefat kir. Hevjîn û hevalê wî wiha qala Malgaz kirin: “Îşkenceyên giran lê hatin kirin. Lê dîsa jî tu carî bawerî û dilsoziya xwe ya li dijî têkoşînê winda nekir.”   * Parêzer Rehşan Batarayê diyar kir ku di ser teqîna li Parka Koşuyoluyê de ku 7 jê zarok 10 kes hatin qetilkirin re 18 sal derbas bûne û got ku mirina zarokan bi polîtîkaya bêcezakirinê didome.   * Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlenê jî diyar kir ku yên di kuştina Narîn Guranê de çavên xwe ji qetlîamê re girtine bi qasî kujerên berpirsyar in û wiha got: "Çima colek kujer tên parastin?"    * Ozturk Turkdoganê ku di Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edaletê de cih digire, diyar kir ku di bernameya wan de hevdîtina bi partiyên siyasî re heye û got: "Em ê der barê tecrîdê de wan agahdar bikin û dosyeyên ku rewşa heyî vedibêjin pêşkêşî wan bikin."   * Aborînas Ozgur Muftuoglû diyar kir ku krîza aborî ku hikûmet bûye sedema wê, tê xwestin bi bacên nû bê çareserkirin û ji bo şîrketên mezin tu rêgezên nû yên bacê nehatine çêkirin û wiha got: "Eger sendîka û rêxistinên pîşeyî wê rawestana li ser xwe navêjin, dibe ku pêvajoya bê pir xerabtir bibe."   * Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Stenbolê Asalettîn Arslanoglû ku yek ji şahidên 12’ê Îlonê ye, diyar kir ku di 44 salên derbas bûyî de bêqanûnî zêde bûn. Efserê teqawîd Rahmî Yildirim jî wiha got: “Muhakeme, ûsûl û hiqûqa pergala darazê ya îro li paş faşîzma 12’ê Îlonê ye.”    * Qeymeqam Muhammed Fatîh Safîturk 7 sal berê hatibû kuştin, biryara “nepeniyê” ya li ser dosyayê hêj didome û ji dozê tenê Şerîf Mesûtoglû girtî ye. Bavê Mesûtoglû, Mesût Çelîk têkildarî mijarê got: “Ev dosyaye çima nayê vekirin? Em dixwazin daxwaza jinûvedarizandinê ya kurê min bê qebûlkirin.”   * Geşedanên têkildarî lêpirsîna Narîn Guran dê bên şopandin. (08.00-20.00)   * Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê li Odeya Endezyarên Înşaetê ya TMMOB’ê dê bi mijara “Em ji bo jiyana azad û wekhev biisrar in, xwe birêxistin dikin” konferansê li dar gixe. (09.30) ZINDÎ   * Platforma Saziyên Demokratîk dê li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrêrojhilatê bi şîara “Em li dijî komployê li dar bixin, ji bo azadiyê li Amedê tên gel hev” daxuyaniyê bidin. (11.00) ZINDÎ   * Bi boneya 44’emîn salvegera darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayin. (11.00-12.30)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê dê di roja22’yemîn de bidome. (13.00-17.00)