Aktîvîst Noruzî: Jin, jiyan, azadî bi dîrok û têkoşîna xwe ve ket dilê Îranê 2024-09-12 09:01:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîst Shaghayegh Noruzî destnîşan kir ku li Îranê pirsgirêka bingehîn ne por an jî cil û berg in lê rejîma ku ser laşê jinê desthilatê ava dike ye û wiha got: “Felsefeya 'Jin, jiyan azadî' ya li Kurdistanê derketî, gihişt dilê Îranê Tehranê."   Jîna Emînî (22) ya ji rojhilatê Kurdistanê di 13’ê îlona 2022’an de li paytexta Îranê Tehranê bi hinceta "Li gorî rêgezên îslamê serê xwe negirtiye” hate binçavkirin. Dema ji navenda binçavkirinê birin nexweşxaneyê, di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Pêla berxwedanê ya piştî mirina Emînî li Kurdistanê dest pê kir, belavî çar aliyên cîhanê bû. Bi milyonan mirovên xwedî nasname, bawerî, fikr, raman, rêxistinkirî û nerêxistinkirî tev li vê berxwedanê bûn û li dora dirûşma “Jin, jiyan azadî” civiyan. Qadên têkoşînê yên têkoşeran cuda jî be, armanca hemû têkoşeran bû azadî.    Ji avakarên tevgera “Me Too” aktivîst Shaghayegh Noruzî der barê geşedanên di salvegera qetilkirina Emînî de hatine jiyîn û felsefeya “Jin, jiyan, azadî” ji ajansa me re axivî.   FELSEFEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’   Aktivîsta mafên jinan Noruzî ya neçar maye ku çend sal berê ji welat derbikeve, destnîşan kir ku di demên cuda de gelek serhildan çêbûne, bi qasî serhildana 2 sal beriya niha bi bandor nebûye û wiha got: “Li Îranê di mijarên cur bi cur de gelek serhildan çêbûn. Lê belê yek ji van felsefeya serhildana 2 sal beriya niha di nava xwe de nehewand. Ev felsefe xwe dispêriya felsefeya ‘Jin, jiyan, azadiyê’. Ev felsefeya li Kuridstanê derketiye, giranî û girîngiya dîroka xwe girt ser xwe û xwe gihand dilê Tehrana Îranê û mirovan li dor mijara zextan de anî cem hev. Yek ji bandora vê dirûşmê ya girîng jî tevgerên jin û karkeran, li dijî zextên kir yek. Rê li ber armanca hevpar vekir. Bi vî awayî di dilê civakê de, ser mijarên zayenda civakî û zextên zayendî mutabakatek ava kir.”    ‘MÊRAN LI SER XWE DA RAPIRSÎNKIRIN’   Noruzî diyar kir ku çalakiyên bi mehan dom kirine, mêran li ser xwe daye rapirasînkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mêr jî tev li serhildanê bûn û hinekî wan felsefeya ‘Jin, jiyan, azadiyê” qayîl bûn. Jinên kurd ên bi salan e ji bo vê felsefeyê têxin meriyetê têdikoşin,zext li ser mêran ava dikin ku zayendiya civakî li berçav derbas bikin. Lê belê tevgerên jinan ên li Îranê ewqas bi hêz nebûn.”    ‘JIN REJÎMÊ DITIRSÎNIN’   Noruzî da zanîn ku jin li Îranê di bin zextên giran de têkoşînê didin meşandin û wiha pê de çû: “Divê dema em behsa Îranê dikin zanibin ku em qala welatekî ku zayendî û cihêkariya zayendî bi awayekî kûr bûye perçeyekî jiyanê fêm bikin. Tundiya zayendî her roj nasnemeya herî xizan û herî zêde tê îstîsmarkirin, jinan dibizdîne. Ne li malê, ne li kolanê, ne li kargehê, ne jî li zanagîngehê qadên wan ên ewle nîn in. Nikarin xwe bigihinîn edaletê, mafê wan xwedî zarokbûnê jî ne di destê wê de ye. Divê têkoşîna jinên li welat di vê çarçoveyê de bê destgirtin. Ji mafê kurtajê heya têkoşîna li dijî tundiya zayendî di hemû mijaran de me kampanya meşandin, me hewl da ku şêwazên herî bîrdozî têxin meriyetê lê belê em her carê bi zextên giran re rû bi rû man. Lewma li gorî min serhildana gefa herî mezin a ji bo rejîmê, serhildana têkoşîna wekheviya zayenda civakî ye. Ji ber wê ewqas ji serhildana “Jin, jiyan, azadî” ditirsin.”    Di berdewama axaftina xwe de Noruzî bi bîr xist ku mijar tu caran nebû por û xwekirina cilan û ev tişt  gotin: “Mesele ev e ku ev rejîm hebûna xwe bi ser kontrolkirina bedena jinan didomîne. Gelek girîng e ku em vê kontolê ji destê wan bistînin û bigirin destê xwe.”    ‘REFORMÎST NEŞIYAN REWŞÊ BAŞTIR BIKIN’   Noruzî bi bîr xist ku tevî endamê reformîst Mesud Pezeşkiyan li Îranê wek serokkomar hate hilbijartin û bilêv kir ku reformîst ev demeke desthilatê bi dest xistine. Noruzî da zanîn ku ev demek e reformîst derbarê mafên jinan de tu guherîn pêk neanîne, wiha domand: “Reformîst û reformîzm perçeyekî hevpar ên gelê Îranê ne, demekî ku di nav mirovan de hêviya guherandina pergalê da avakirin. Mirov ji bo ku cihêkariya qanûnan ji holê rakin, reformîstan anîn desthilatê. Lê belê wekî ku hûn jî dizanin, rejîm di nava komên civakê de cihêkariyan ava dike û xwe mezin dike.”    ‘BINGEH ABDULLAH OCALAN E’   Noruzî bal kişan ser felsefeya “Jin, jiyan, azadiyê” û anî ziman bingeha vê felsefeyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û kurd in û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Fêmkirina bingeha vê felsefeyê, ne tenê teslîmkirina mafê gelê Kurdistanê û Abdullah Ocalan e, di heman demê de fêmkirina bê ka bersiva kîşan pêdiviyan dide jî girîng e. Abdullah Ocalan piştî tecrubeyekî girîng a siyasî, fêm kir kir ku divê girîngiyê bidin zayend û cihêkariya zayendiyê. Taybetî jî dît ku jin çînekî ku rastî cihêkariyê tê ye û ji bo mafên wan têkoşiya. Dawiya dawî dît ku bi qasî ku mafê jinan ê temsîlkirinê neyê naskirin, dê gelê kurd azadî û rizgariya xwe bi dest nexe. Ev yek di welatekî wekî Kurdistanê de keşfekî mezin bû. Ev jîn jî, di çarçoveya vê felsefeyê de, ji bo mafên xwe bi dest bixin têkoşiyan. Lewma dema em li bingeha vê diruşmê dinêrin, bi gelek dersan û girêdaneke dîrokî dibînin. Ji ber wê ev dirûşm ji bo destgirtina mijarên li Rojhilata Navîn nexşerêyeke efsûnî ye.”    MA / Berûvan Kûtlû