Di 10 salan de têkildarî ‘Mafê hêviyê’ li Tirkiyeyê çi qewimî? 2024-09-12 09:03:51 STENBOL - DMME’yê têkildarî Abdullah Ocalan biryara “binpêkirinê” dabû û  Tirkiyeyê ev biryar tune hesibandibû. Tirkiye, ji bilî “plana çalakiyan” tu gavan naavêje. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser hewldanên rêxistinên maf û hiqûqê, mijar dîsa kir rojeva xwe.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an anîn Tirkiyeyê. Di 29’ê Hezîrana 1999’an de ji bo Abdullah Ocalan biryara darvekirinê hate dayin. Piştî nîqaşên têkildarî rakirina cezayê darvekirinê, madeyên têkildar hatin guherandin. Cezayê darvekirinê di sala 2001’an de bi şertê “Ji bilî sûcên di dema gefa şer û sûcên terorê de” û di 3’yê tebaxa 2002’yan de jî bi şertê “ji bilî sûcên di şer û gefa şer a nêz de hatine kirin” hatin rakirin.    Bi guhertina di 7’ê gulana 2004’an bi qanûna hejmar 5170’ê ve madeyên têkildarî cezayên mirinê ji destûra bingehîn hatin derxistin. Bi qanûna hejmar 5218 a di 14’ê tîrmeha 2004’an ve madeyên têkildarî cezayê mirinê yên di Qanûna Cezayan a Tirk de hatin derxistin. Bi vê yekê re cezayê kuştinê ji hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê bi temamî hate derxistin.    PÊVAJOYA YE’YÊ Û SERLÊDANA DMME’YÊ BANDOR LÊ KIR   Di meseleya rakirina cezayê darvekirinê de hem pêvajoya endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) hem jî serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan a ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bandor kir. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, piştî Dadgeha Bilind cezayê darvekirinê yê Abdullah Ocalan erê kirî, serî li DMME’yê da. DMME’yê di 21’ê mijdara 2000’ê de biryara sekinandina bicihanîna biryarê da. Di 14’ê kanûna 2000’î de jî serlêdana Abdullah Ocalan qebûl kir. Di vê navberê de Tirkiyeyê cezayê îdamê rakir.    BIRYARA ‘OCALAN’ A DMME’YÊ   Daîreya Mezin a DMME’yê di 12’ê gulana 2005’an de bi navê “Tirkiye/Ocalan” biryara xwe ya nîhaî da. Di biryarê de got ku doza Abdullah Ocalan adilane nîne û xwest doz jinûve were lidarxistin. Lê belê Tirkiyeyê biryara jinûvedarizandina Abdullah Ocalan red kir.   BIRYARA ÎNFAZÊ HATE GUHERANDIN   Li Tirkiyeyê heta sala 2002’yan jî qanûneke ku girtiyek bêyî mafê berdana bişert heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bimîne tune bû. Lê belê piştî ev ceza dayin Abdullah Ocalan, sepana “Heta dawiya emrê xwe ragirtina di girtîgehê de”, vê sepanê di nava sepana înfazê ya Tirkiyeyê de cih girt. Di pêvajoyên piştre de hinek madeyên ku sepana behsa xeberê jî digirin nav xwe, di Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) de cih girt.    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, li dijî vî cezayê ku mafê hêviya tehliyebûnê ya Abdullah Ocalan ji holê radike, serî li DMME’yê da. DMME’yê di sala 2014’an de biryara “Ocalan 2” da û di biryarê de got ku cezayê muebbeta girankirî ya li Abdullah Ocalan hatiye birîn, li dijî madeya 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye ku îşkence û muameleya xerab qedexe dike. Di heman demê de qedexekirina tehliyeya bişert jî weke “binpêkirina mafê hêviyê” nirxand.    KOMÎTEYÊ CARA EWIL GIRT ROJEVA XWE   Peywira Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ew e ku bişopîne bê ka biryarên DMME’yê hatine cîbicîkirin an na. Komîteyê cara ewil di sala 2015’an de biryara “binpêkirina” behsa xeberê girt rojeva xwe. Tirkiyeyê di 24’ê tîrmeha 2015’an de “Plana Çalakiyan” pêşkeşî komîteyê kir. Di plana çalakiyan de hate gotin ku biryara DMME’yê tevî wergera wê ji hemû dadgehan re hatiye şandin û hat îdiakirin ku ev biryar hatiye cîbicîkirin. Lê belê biryara DMME’yê bi awayekî fiîlî nehat cîbicîkirin.    SERLÊDANÊN PARÊZERAN ÊN JI BO KOMÎTEYÊ   Di sala 2015’an de têkildarî biryara “binpêkirinê” gelek serlêdan hatin kirin. Parêzerên Abdullah Ocalan têkildarî “Mafê hêviyê” cara ewil di 6’ê hezîrana 2016’an de serî li Komîteya Wezîran dan. Piştre jî li gorî rêzê di 12’ê cotmeha 2017’an de, di 2’yê sibata 2018’an de, di 28’ê çileya 2019’an de, di 9’ê tebaxa 2022’yan de û di 26’ê çileya 2023’yan de serlêdan kirin. Di tevahiya 6 serlêdanan de hat xwestin ku “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan hate cîbicîkirin û di vê mijarê de Tirkiye gavan biavêje.    SERLÊDANA EWIL A RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL   Rêxistinên civaka sivîl cara ewil di 26’ê tîrmeha 2021’ê de ji bo “Mafê hêviyê” serî li komîteyê dan. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) serlêdan kirin û xwestin ku komîte biryara “binpêkirinê” tavilê bixe rojeva xwe.    TIRKIYEYÊ BERSIVA ‘BINPÊKIRIN TUNE YE’ DA    Tirkiyeyê di 7’ê îlona 2021’ê de piştî serlêdana rêxistinên maf û hiqûqê, bersiv da Komîteya Wezîran. Tirkiyeyê di bersiva xwe de îdia kir ku ji sala 2009’an heta niha li Îmraliyê tu binpêkirin nehatine kirin. Tirkiyeyê pêşniyar û tespîtên têkildarî guherandina qanûnî ya di cezayê muebbeta girankirî de jî jinedîtî ve hat. Tirkiyeyê, di dîrokên cuda de agahî bi komîteyê re parve kir û ev îdiaya xwe domand.    LI XWE MIKUR HAT KU OCALAN ‘JÊ MUAF E’    Tirkiyeyê di sala 2015’an de “Plana Çalakiyan” a duyemîn pêşkeş kir û di 7’ê cotmeha 2021’ê de pêşkeş kir. Tirkiyeyê îdiayên xwe yên di danezanê de parast. Tirkiyeyê îdia kir ku ji sala 2009’an heta niha li Îmraliyê “binpêkirin” tune ne û pêşniyarên weke “Divê mafê hêviyê were mîsogerkirin” û “guherîna qanûnî ya di cezayê muebbeta girankirî” de jinedîtî ve hat. Di heman demê de li xwe mikur hat ku Abdullah Ocalan ji “Mafê hêviyê” “muaf” hatiye girtin. Tirkiyeyê di kanûna 2022’yan û di tîrmeha 2024’an de jî planên çalakiyan pêşkeş kir û heman îdia kir.    RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL BERSIV DAN TIRKIYEYÊ    Rêxistinên civaka sivîl ên serlêdan kirin, li dijî bersiva Tirkiyeyê ya di 7’ê îlona 2021’ê de ku digot “binpêkirin” tune ye, di 12’ê cotmeha 2021’ê de agahî dan komîteyê. Di agahdarkirinê de hat gotin ku îdiayên hatine kirin rast nînin û tecrîd didome.    DEM DAN TIRKIYEYÊ   Li ser serlêdana rêxistinên maf û hiqûqê, komîteyê piştî 6 salan anku di navbera 30’ê mijdar-2’yê kanûna 2021’ê de “Mafê hêviyê” xist rojeva xwe. Komîteya ku biryara xwe di kanûnê de eşkere kir, bang li Tirkiyeyê kir ku tevdîrên pêwîst demek beriya demekî qebûl bike. Her wiha ji rayedarên Tirkiyeyê xwest ku têkildarî pêşketinên di cîbicîkirina tevdîrên giştî de herî dereng heta dawiya îlona 2022’yan agahiyan pêşkeş bike.    PIŞTÎ SÊ SALAN DÊ DÎSA BINIRXÎNIN    Bi ser civîna komîteyê ya di navbera 30’ê mijdarê-2’yê kanûna 2021’ê de 3 sal derbas bûn û niha dîsa rojeva “Mafê hêviyê” girt rojeva xwe. Komîteyê, piştî 3 salan dê di navbera 17-19’ê îlona 2024’an de civîna xwe li dar bixe û “Mafê hêviyê” bigire rojeva xwe.    RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL SERLÊDANEKE NÛ KIRIN   OHD, TÎHV, ÎHD, TOHAV, Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfazkirina Cezayê de (SÎSST) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) têkildarî biryara behsa xeberê di 31’ê tîrmehê de dîsa agahî dan komîteyê. Di agahdarkirinê de hat xwestin ku “ji bo guherînên di mewzûatên pêwîst de” bang were kirin.    MA / Dîren Yurtsever