Karsazê ku 5 meh in agahî jê nedihatin girtin mirî hate dîtin 2024-09-12 09:16:20   ŞIRNEX - Karsazê tekstîlê Îsmaîl Demîr ê ku ji 24'ê nîsanê ve agahî jê nedihatin girtin, mirî hate dîtin.    Karsazê bi navê Îsmaîl Demîr ê ji navçeya Midyat a Mêrdînê di 24’ê nîsanê de winda bû û nêzî 5 meh in tu agahî jê nedihatin girtin. Cenazeyê Demîr, li gundê Xavarik ê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê di bîreke avê de hate dîtin.    Piştî agahdarkirina welatiyên derdorê, komên tenduristiyê û ewlehiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Cenazeyê Demîr hate derxistin û birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.    Der barê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.