Tirkiye dixwaze 4 Rojhilatiyan teslîmî Îranê bike 2024-09-12 09:23:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye dixwaze 4 aktîvîst û rojnamegerên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Navenda Paşveşandinê ya Edirneyê de tên ragirtin, teslîmî rejîma Îranê bike. Malbatên aktîvîst û rojnamegeran banga hestiyariyê ji raya giştî kirin.  Derbarê 4 aktîvîstên tev li serhildana Jîna Emînî ya li Rojhilatê Kurdistanê bûne, doz hate vekirin. 4 aktîvîst ji ber vê dozê xwestin bi ser Tirkiyeyê derbasî Ewropayê bibin. Aktîvîst Huseyîn Minbarî, Şewgar Muhammedî û rojnameger Reşad Muhammadî û Fahîme Huseynî yên li Navenda Paşveşandinê (GGM) ya Edîrneyê tên ragirtin bi metirsiya paşveşandina Îranê re rû bi rû ne.    ‘JI ZEXTAN REVIYAN’   Reşad Muahmmedî û Fahîme Huseynî ji ber bername û nûçeyên çêkirine bûn hedefa zext û tundiya rejîma Îranê. Malbata rojnamegeran diyar kirin ku zarokên wan ji ber zextan reviyane û diyar kirin ku metirsiya wan a teslîmkirina Îranê heye. Malbat derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Ji ber rastiya civaka Îranê ragihandin di bin metirsiyekî mezin de ne. Teslîmkirina wan a Îranê dê encamên jêveneger derxîne holê. Divê rêxisitinên mafên mirovan ên azadiya xweîfadekirinê diparêzin, sazî û avabûn ji bo teslîmkirina Îranê ya van rojnamegeran demilldest bikevin liv û tevgerê.”   ‘DIVÊ HESTIYARIYEK ÇÊBE’   Aktîvîstên Rojhilatê Kurdistanê Huseyîn Minbarî û Şewgar Mumammadî jî piştî çalakyên “Jin, jiyani, azadiyê” bi zextan re rû bi rû man. Malbatên aktîvîstan dan zanîn ku zarokên wan ji ber zextan, berê xwe dane Ewropayê lê belê li Tirkiyeyê tên ragirtin. Malbat destnîşan kirin ku ji bo zarokên wan teslîmî Îranê neyên kirin ew li benda hestiyariya raya giştî ne.