Wezîr Tunç têkildarî Narînê daxuyanî da 2024-09-12 13:20:13   AMED - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî lêpirsîna Narîn Tunç daxuyanî da û wiha got: “Delîlên li ber destê me têkildarî kujer an jî kujeran agahiyên girîng dide.”    Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû û 19 roj piştre cenazeyê wê di Rûbarê Egertutmaz de hate dîtin. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî lêpirsîna qetilkirina Narînê pirsên rojnamegeran bersivand.    Tunç, da zanîn ku delîlên di pêvajoya lêpirsînê de ketine destê wan, têkildarî kujer an jî kujeran agahiyên girîng dide. Tunç, wiha domand: “Bi taybet jî nepeniya lêpirsînê girîng e. Ji bo kujerên Narînê tavilê bên girtin û ceza lê were birîn, divê lêpirsîneke baş were kirin. Mixabin li ser dezgehên çapemenî û ragihandinê hinek senaryo tên nivîsandin. Ev yek ji bo silametiya lêpirsînê rast nîne. Darizandina kujerên Narînê deynê stûyê me ye. Dê di cînayeta Narînê de hemû delîl bên nirxandin. Dê lêkolîna Saziya Tipa Edlî du hefteyan bidome. Xebatên teknîkî didomin.”