Di 6 rojan de li Efrînê 19 welatî hatin revandin 2024-09-12 14:40:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê, di nava 6 rojan de li Efrînê 19 welatî revandin.    Navenda Belgekirina Binpêkirinan raporek weşand û cih da binpêkirinên li Efrînê ku di bin kontrola artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye.    Di raporê de hat gotin ku di 1, 4, 5, 7, 8 û 9’ê îlonê de li Efrînê bi giştî 19 welatî hatine revandin. Navên kesên hatine revandin û aqûbeta wan nayê zanîn wiha ne: “Ebdo Mihemed El Erac (35), Sureya Mihemed, Ehmed Heyder Çîlo (50), Ziyad Omer Hisên (43), Nûrî Mûsa Mûsa, Ehmed Mihemed Nûrî Hebeş (47), Mistefa Tahir Ebdo (45), Omer Ehmed Henan (25), Nûrcan Mistefa Tahîr Ebdo (22), Idrîs Hisên Henan (51), Henan Hisên Henan (39), Mihemed Mehmûd Osman, Mehmûd Mehmûd Osman, Selah Ehmed, Ferhad Hesen Reşîd, Mihemed Henan Seydo (39), Hisên Ehmed Ebdullah Ede (37), Elî Mihemed Menkawî (36) û Mistefa Osman Xelîl.”