Danişîna parêzer Ozbey ji bo mutalayê hate taloqkirin 2024-09-12 14:41:16   AMED - Di danişîna Gurbet Ozbey a ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tê darizandin de biryar hate dayîn ku mutala bê amadekirin.    Danişîna doza parêzer Gurbet Ozbey a ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Ozbey a hempîşeyên wê ew tenê nehişt û parêzerên wê Mehdî Ozdemîr, Mûhlîs Ogûrgul û Abdullah Zeytûn di danişînê de amade bûn. Îtîrafkarê şahid Umît Akbiyik jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    Akbiyik, îdia kir ku Ozbey ‘di nav kordînasyona derve ya rêxistinê de’ cih digire û ji pirsa dadger a “te Ozbey di nav xebatên rêxistinê de dît?’ re bersiva “Min nedît” da.    Parêzerê Ozbey, Abdullah Zeytûn jî diyar kir ku xebatên parêzeriyê tên krîmînalîzekirin û anî ziman ku difikire ku daraz bûye amûra krîmînalîzekirina pîşeyê parêzeriyê.    Parêzer Mehdî Ozdemîr, ev tişt got: “Di beyanên şahidan de tê îfadekirin ku xebat birêxistinî ne. Bi vî awayî hemû parêzer dikarin bên darizandin. Em bi delîleke ku herkes dikare bê darizandin re rûbirû ne. Ev darizandina li vir keyfî ye. Em dibînin ku parêzer bi gefa darazê re rûbirû ne. Divê bi vê sûcdariyê hewcehî bi lêpirsînê nehatibûya dîtin.”   Ozdemîr, xwest ku şerta kontrola edlî ya derbarê muwekîla wê de bê rakirin û daxwaza beraeta wê kir.     Parêzer, Mûhlîs Ogûrgul anî ziman ku muwekîlê wî xebatên pîşeyî bi rê ve dibe û li holê darizandineke ku hewce bike nîne û wiha got: “Em şerm dikin ku parastinê bikin.”   Ogûrgul, bi lêv kir ku hewce nake dadgeh li benda mutalayê bisekine û xwest dadgeh derbarê muwekîla wî de biryara beraetê bide.    Danişîn, ji bo mutala bê amadekirin taloqî 3’yê cotmehê hate kirin.