Dayika zarokê li Qursa Qur’anê hatiye tacîzkirin: Sedema wê polîtîkayên necezakirinê ne 2024-09-12 15:26:03     AMED - Li taxeke navçeya Karazê li Qursa Qur’anê zarokek rastî tacîza zayendî hat. Dayika zarokî diyar kir ku sedema zêdebûna sûcên zayendî polîtîkaya necezakirinê ye û wiha got: “Bila faîlê tacîzê bê cezakirin.”   Di 7’ê îlonê de li Taxa Qetînê ya navçeya Karaza Amedê melayê biheqdest ê bi navê Osman E. ku li Qursa Qur’anê ya bişevborîn a medreseyeke taybet ders dida, tacîza zayendî li zarokan kir.   Yek ji zarokên rastî tacîza zayendî hatibû bûyer bi malbata xwe re parve kir û li ser vê yekê malbatê gilî kir. Bi vê yekê re Osman E. hate binçavkirin û di 7’ê îlonê de ji hêla Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar ve hate girtin. Osman E. li xwe mikur hat û bi gotina “Ez poşman im” xwe parast.    MEDRESE HATE MOHRKIRIN   Osman E. di îfadeya xwe de îdia kir ku zarokî jê xwestiye ku ji bo wî masajê bike û wî jî piştre tacîza zayendî lê kiriye. Osman E. got; “Ez ketim xefletê” û wiha got: “(…) piştre jî ez ser xeletiya xwe gihiştim û min zarok şande odeya wî. Ez poşman im.” Piştî tacîza zayendî derketî holê, medrese hate mohrkirin.    ‘JI TIRSAN GIRIYAYE Û BIXEW ÇÛYE’   Dayika zaroka ji hêla Osman E. ve rastî tacîza zayendî hatî, bal kişand ser zêdebûna sûcên tacîza zayendî ya li dijî zarokan û bertek nîşan da. Dayikê, got ku kurê wê ji ber tacîzê travmayê dijî û ev 7 meh in li heman medreseyê dihat perwerdekirin. Dayikê, wiha qala wê rojê kir: “Xoceyê medreseyê saet derdora 23.00’ê gazî 2 xwendekar û kurê min kiriye ku biçin odeya wî. Demek piştre jî her du xwendekar şandiye û kurê min li cem xwe girtiye. Di serî de jê re masaj kiriye. Kurê min wisa girtiye ku bizavek jê neyê. Ji bo tecawizkirinê tacîz kiriye. Kurê min jî tirsiyaye û dema hêrs dibe jî ber dide. Û kurê min yekser direve odeya xwe. Ji tirsan digirî û bi xew diçe. Serê sibehê saet derdora 08.00’ê hişyar dibe û tê malê. Çawa gihişt malê bûyer ji bo min vegot. Lê dema vedigot ji tirsan rengê xwe avêt. Dema min ev ji kurê xwe bihîstin, yekser çûm qereqolê û min gilî kir. Li ser vê yekê xoceyê medreseyê hate binçavkirin.”    ‘JI BER KU FAÎLÊN NARÎN Û LEYLAYÊ NEHATIN CEZAKIRIN...’    Dayikê bal kişand ser zêdebûna sûcên zayendî yên li dijî zarokan û got ku polîtîkaya necezakirinê cisaretê dide faîlan. Dayikê, bûyera Narîn Guran bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ji ber ku faîlên Leyla, Narîn û zarokên din ên tên îstîsmarkirin nayên cezakirin, ev îstîsmar û tecawiz jî didomin.”    ‘DIVÊ FAÎL NEYÊ BERDAN’   Dayika zarok anî ziman ku li ser laşê zarokê wê şopên tacîza zayendî hene û axaftina xwe wiha qedand: “Heke tevî van tiştan jî bê berdan, wê demê edalet li ku ye? Divê faîl cezayê xwe bikêşe û neyê berdan. Dibêjin ‘edalet bingeha milkî ye’ lê li vî welatî edalet nîne. Heke hebûya zarok nedihatin îstîsmarkirin û tecawizkirin. Ez ê li dijî tiştên bi serê zarokê min anîne bêdeng nemînim. Dê heta dawiyê ji hêla hiqûqî ve têbikoşim. Divê raya giştî li dijî hemû cureyên tundiyê yên li dijî zarokan bihestiyar tevbigere. Bila edalet pêk bê û sûcdar bên darizandin. Bila îstîsmar bi dawî bibin.”    MA/ Heval Onkol