Zarokê motor diajot di qezayê de jiyana xwe ji dest da 2024-09-12 15:26:49   ŞIRNEX - Li Şirnexê zarokê 17 salî ku motor diajot, di encama qezaya trafîkê ya derbas dikir de jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê zarokê bi navê Mûhammed Ozturk ê 17 salî bi motosîkletê qeza kir. Ozturk ê di qezayê de birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Ozturk ê rewşa wî giran bû, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate kirin, tevî hemû mudaxileyan, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ozturk li Goristana Asrî ya Cizîrê hate veşartin.