Doza kuştina 5 kesên ji Herêma Kurdistanê hate taloqkirin 2024-09-12 15:40:52   MÊRDÎN - Di danişîna doza têkildarî kuştina 5 kesên ji Herêma Kurdistanê yên li Mêrdînê hatin kuştin de biryara berdewama girtina bersûcan hate dayîn û danişîn hate taloqkirin.    Li ser Rêya Hevrîşimê ya di navbera navçeyên Nisêbîn û Qoserê de di 19’ê çileyê de li dijî wesayîteke welatiyên ji Duhoka Herêma Kurdistana Federe êrişa çekdarî pêk hatibû û di êrişê de Hindirin Abdullah Salih (39), Wahida Haydar Casim (63), Abdullah Salih Mustafa (69), Çîmen Şahîn Xalid (75) û Ahmed Celaleddîn Îbrahîm (45) ên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bûn hatin kuştin. Danişîna doza têkildarî kuştina her 5 welatiyan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Derbarê     Girtî Abdullah Kaplan, Faris Akseven û Mûrat Y. yê negirtî de bi îdiaya "kuştina bi zanebûn", "talana biwesf" û “kirîn, veguhestin an jî hewandina çekan û cebilxaneya wan”, bersûcê negirtî Îbrahîm D. de bi îdiaya "bêyî destûr îthalkirin, hilberîn, veguhastin û firotina çek û guleyan a li welat" û Çîgdem B. ya negirtî jî ji ber sûcê “veşartina delîlan” tên darizandin. Bersûc Kaplan û Akseven li ser SEGBÎS’ê tev li bûn. Bersûcên negirtî tev li danişînê nebûn.    Di danişînê de parêzerên her dua liyan amade bûn. Danişîn bi ewraqên hatin re dest pê kir. Parêzerên mexdûran ên di danişînê de axivîn, diyar kirin ku ne bûyereke ewqas hesan e ku ji ber şelandinê hatibe kirin û bi lêv kirin ku divê lêpirsîneke berfirehtir bê birêvebirin.