Cenazeyê jina ku 5 meh bûn windabû hat dîtin 2024-09-12 19:39:19   KONYA - Jina bi navê Çîgdem E. ku 5 meh bû li Konyayê winda bû, li baxçeyê mala wê bi awayekî çalkirî hat dîtin. Der barê bûyerê de 5 kes hatin girtin.   Li navçeya Karatay a Konyayê li taxa Nakîpoglu  li baxçeyê malekê cesedê jina bi navê Çîgdem E. çalkirî hat dîtin. Li gorî agahiyên hatingirtin Çîgdem E. 5 meh bû winda bû.   Di lêpirsîna der barê bûyerê de dihat meşandin de 4 gumanbarên Afgan hatin binçavkirin û hat hînbûn ku gumanbaran qetilkirina Çîgdem E. Îtîraf kirine.   Ji Walîtiyê daxuyanî   Di daxuyaniya ku Walîtiyê daye de hat diyar kirin ku di 18’ê Gulana 2024’an de R. K. serî li Amîriya Navenda Polîsan a Godenê kiriye û gotiye keça wê ya bi 35 salî Çîgdem E. di 17’ê Gulanê de gotiye ‘ez diçûm sûkê’ û ji malê veqetiyaye û xwe nagînin keça xwe.