Şaredariya DEM Partiyî Narîn Guranê da parkekî 2024-09-13 12:00:06   MÊRDÎN - Meclisa Şaredariyê ya Şemrexê biryar da ku navê “Parka Jiyanê ya Narînê” li parkekî bajar bike.    Şaredariya Şemrexê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîna xwe ya asayî ya meha îlonê, li dar xist. Di civînê de biryar hat dayîn ku navê Narîn Guran 8 salî ya li Amedê hatiye kuştin, li parkekî bike. Meclis biryar da ku li navê “Parka Jiyanê ya Narînê” li parka di nava gel de wek “Cafeya Baxçe” tê nasîn kir. Biryar bi yekdengî hate girtin.