Di xebata drenajê ya girtîgehê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da 2024-09-13 14:36:12   ENQERE - Di dema xebatên drenajê yên aydê Girtîgeha Burdurê de hezaz çêbû û girtî N.H. jiyana xwe ji dest da.    Di dema xebatên drenajê yên Girtîgeha Burdurê yên li qada Ortuluyê de hezaz çêbû û girtiyek di bin de ma. Li ser îxbarê komên polîs, cendirme, AFAD, agirkujî û tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Di encama xebatan de cenazeyê N.H. hate derxistin.    Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyê N.H. birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Burdurê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.