Di lêpirsîna Narîn Guranê de kesekî din hate girtin 2024-09-14 08:17:30 AMED - Di lêpirsîna Narîn Guranê de hejmara girtiyan derket 11’an.  Lêpirsîna têkildarî Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê girêdayî navçeya Rezan a Amedê winda bû û piştî 19 rojan cenazeyê wê hate dîtin berdewam dike. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de R. Atasoy ê 15 salî ku bi şertê kontrola edlî hatibû berdan dîsa hate binçavkirin. Atasoy ê piştî îfadeya li cendermeyê sewqî Edliyeya Amedê hate kirin, piştî îfadeya dozgeriyê ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulh a Nobedar ve hate girtin.    HEJMARA GIRTIYAN DERKET 11’AN   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji bo faîlên Narîn Guran a hatiye qetilkirin hatiye destpêkirin de hejmara girtiyan derket 11’an. Dayikê Narînê, Yuksel Guran û kekê Narînê Enes Guran, dotmama Narînê, Bîrsen Guran, xizmê wê Muhammet Kaya, apên wê Salîm û Fûat Guran, jinapa wê Maşallah Guran, karkerên Salîm Guran; Mehmet Salîm Atasoy, hevjînê meta Narînê; Mehmet Şevîk Kaya û herî dawî R. Atasoy (15) hatin girtin.