'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin' 2024-09-14 10:08:11 STENBOL - Parêz Rezan Gezer diyar kir ku di rapora wan de ya der barê sedemên êrişên nijadperest ên di demên dawî de bi taybetî mafê darizandina adil derketiye pêş û got: "Tekane tişta dixwazin mafên ji bo welatiyan tên sepandin ji bo wan jî bê sepandin."    Komîsyona Koçberî û Penaberan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê rapora "Li Tirkiyeyê li dijî penaberan nijadperestî û binpêkirina mafan" di 30'ê Tebaxê de weşand. Di raporê de li ser êrişên nijadperestî yên di navbera 1'Ê çileya 2020'î û 31'ê kanûna 2022'yan de pêk hatine hatiye sekinandin.    Di beşa encamê û nirxandinê ya raporê de ku 675 binpêkirinên mafan tê de hene, îşaret bi bêcezatiyê hatiye kirin. Ji Komîsyona Koçberî û Penaberiyê ya komeleyê Rezan Gezer têkildarî raporê axivî.    LI NAVENDA PAŞVEŞANDINÊ TECAWIZ   Gezer da zanîn ku ji bo fêm bikin ku êrişên nijadperest ên di demên dawî de çawa zêde bûne rapor amade kirine û got ku di raporê de derketiye holê ku bi taybetî mafê darizandina adil a penaberan hatiye binpêkirin.  Gezer got: “Me di heman demê de der barê encamên hin bûyerên ku li ser gelek kesan qewimîn û di çapemeniyê de cih girtin de lêpirsîn da destpêkirin. Di raporê de bûyera ku herî zêde bala min kişand dosyeya jineke îranî ye ku li Navenda Vegerê (GGM) rastî tecawizê hat. Piştî ku efser hatin darizandin dosye hat eşkerekirin. Hat diyarkirin ku di dosyeya jina îranî de ku ji aliyê 3 efseran ve rastî êrîşê hat 2 efser hatin darizandin. Ji ber vê yekê derket holê ku mafê darizandina adil yê jina penaber hatiye binpêkirin."    Gezer diyar kir ku çapemeniyê jî ji dûr ve cih daye penaberan û got ku bûyera 3 penaberên li Îzmîrê hatin şewitandin tenê di hin organên çapemeniya muxalîf de cih girtiye. Gezer bal kişand ser zimanê nefretê yê çapemeniyê û her wiha astengkirina mafê darizandina penaberan û got: “GGM saziyên cemaweriyê ne. Di van dezgehên giştî de gelek tişt diqewimin, rêveberên saziyan, karmend û ya herî girîng jî rêveberiyên koçberiyê yên bajaran berpirsiyar in. Ji ber vê yekê, divê dewlet ji ber binpêkirina mafên mirovan rasterast bê darizandin. Lê dest ji dewletê berdin, kesên berpirsyar jî nayên darizandin. Di sala 2021’ê de li GGM’yan xwekuştinek komî pêk hat. Lê, sedema vê xwekuştina komî, kesên berpirsiyar an jî darizandin çêbû yan na bi tu awayî di çapemeniyê de rû neda. Dema penaberên li vir giliyê saziyan dikin, gava paşê difikirin wê çi bê serê wan bi tu awayî giliyê meqama edlî nakin. Jixwe di warê ewlehiyê de pirsgirêka wan heye."    'DARIZANDINA ADÎLANE'   Gezer destnîşan kir ku ji bo penaber li Tirkiyeyê di bin binçavkirina îdarî de bin û gava lêpirsîn bê destpêkirin demildest der barê wan d ebiryara dersînorkirinê bê dayîn qanûneke taybet hatiye çêkirin. Gezer destnîşan kir ku penaber tenê dixwazin dema tiştek bê serê wan bes bila darizandineke adil pêk bê û got: "Tekane tişta ku penaber dixwazin mafên ji bo welatiyan tên sepandin ji bo wan jî bê sepandin."    Gezer anî ziman ku bandoreke berfireh a siyasetmedar, peywirdarên cemaweriyê û bikarhênerên medyaya dîjîtal heye û xwest ku dest ji axaftinên nijadperest bê berdan. Gezer anî ziman ku berê giliyên li hin siyasetmedaran dihat kirin û got: "Lê bersiva van giliyan nehat. Ên hatin jî biryara 'neşopandinê' bûn. Serlêdanên komeleya me esas nayên girtin û em baş dizanin tu serlêdanên penaberan jî esas nayên girtin."    Hûn dikarin ji vê lînkê xwe bigihînin tevahiya rapor:    MA / Omer Îbrahîmoglû