Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz 2024-09-14 10:18:35 ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku partiya rêxistinkirina wê xurt e dê mezin û bihêz bibe û wiha got: “Gotina her kesî bi qasî rêxistinbûyîna wan e.” Konferansa Rêxistinkirinê ya Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Em ji bo azadiyê xwe bi rêxistin dikin” li Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) dest pê kir. Li eywana konferansê pankartên “Jin jiyan azadî” , “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî têkoşîna me ya birêxistinî” hatin daliqandin.    Ji bilî Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir gelek parlamenter tev li bûn. Konferans bi avakirina dîwanê û rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Pişt re Elîf Bûlût a li ser navê dîwanê mafê axaftinê wergirt, anî ziman ku DEM Partî li Kurdistanê pêşeng e û li Tirkiyeyê jî partiya mûxalefeta sereke ye. Bûlût, anî ziman ku paradîgmayeke DEM Partiyê heye, ev paradîgma armanc dike ku li dijî talankirina xwezayê, xizaniyê, tundiya zarokan û gelek pirsgirêkên din têkoşînê bimeşîne û da zanîn ku ew têkoşîna edalet, aştî û demokrasiyê jî dimeşînin.   KONFERANSEKE DÎROKÎ     Bûlût, wiha berdewam kir: “Em ê rêyeke çawa vekin, em ê wezîfeya xwe ya dîrokî çawa bi cih bînin? Di vê konferansê de em ê li ser rê û rêbazên vê biaxivin. Li cihê ku jin lê tune be, li cihê ku siyaseta jinê tune be, her tişt nîvco û kêm e. Me du rojan nîqaş kir û biryarên xurt girtin. Biryarên ku em ê li vir bigirin em ê mezintir bikin. Em konferanseke ku xwedî wateyeke dîrokî li dar dixînin. Em ê bi vê hişmendiyê tevbigerin.”   HÊVIYA BINDESTAN   Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê pişt re axivî, biryarên di konferansê de bên girtin wê di dema pêş de xeta rê ya partiyên wan diyar bikin. Bakirhan, bi lêv kir ku DEM Partî yekane hêviya gelan û kedkaran e û wiha got: “Ji bo ku em konferansa xwe li dar dixin nabêjim. Ez bi nihêrîna li vîna bloka dualî ya heyî ya li ser gelên Tirkiyeyê û paşeroja wan re qala rewşa heyî ya li Tirkiyeyê dikim. Ev bingeh, bingeheke binirx û biqiymet e. Ji bo vê yekê jî gelên Tirkiyeyê, kedkar û bindestên Tirkiyeyê partiya me weke hêviyeke mezin dibînin. Di vê pêvajoya ku partiya me dibe hêvî de di serî de berpiryartiyeke mezin dikeve ser milê delegasyonê.”   ‘RÊXISTINKIRINA XURT, RÊXISTINA XURT’    Bakirhan, gotinên xwe wiha domandin: “Ji bo em vê zemîna ku hêviya gelan û kedkarên li Tirkiyeyê ye bi rengekî serketî teslîm bigirin, erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê her yekî ji me. Ez bawer im piştî vê konferansê em ê li vê salonê careke din van erk û berpirsyariyan nîqaş bikin û biryarên gelekî girîng bigirin û ji bo bicihanîna vê mîsyona dîrokî ked û têkoşîneke mezin bidin. Di bicihanîna mîsyona dîrokî de yek ji wezîfeyên herî girîng û pêşeng, rêxistinbûyîn û rêxistineke xurt e. Ne pêkan e ku ti tevgereke siyasî ya xwedî rêxistinbûyîneke xurt nîne, vê zemîn û firsenda dîrokî ya di nava vê siyasetê de derketiye holê bicih neîne. Di vê konferansê de ji ber ku em bi vê ezmûna dîrokî re rû bi rû ne, hevalên me wê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Hûn baş dizanin ku partiyeke xwedî rêxistinbûyîneke xurt nebe, ne partiyek e. Gotina her kesî bi qasî rêxistinbûna xwe ye. Gotina partiya xwedî rêxistinbûyîneke xurt beralî dike û ji ber vê yekê lidarxistina konferansan girîng e. Ji ber vê yekê me bi rojan li herêman civîn û konferansên herêmî lidar xistin.”   Berdewama nûçeyê tên…