Li girtiyan îşkenceya 'rewşa nebaş': Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin 2024-09-14 10:26:25 STENBOL- Di sala 2023'yan de herî kêm berdana 426 girtiyan bi hinceta "di rewşeke nebaş de" ne hat taloqkirin. Ji TÎHV'ê Umît Bîçer got: "Lijne xwe dixe şûna darazê û biryarên kêfî dide."  Li gorî rapora sala 2023'yan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 6 jê vekirî li 147 girtîgehan herî kêm 23 hezar û 899 binpêkirinên mafan pêk hatine. Ên herî zêde rastî binpêkirinên wekî tecrîd, şewitandina înfazê, xwegihandina tenduristiyê û cezayên ragihandinê girtiyên siyasî ne. Girtiyên siyasî ji ber biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên di 29'ê Kanûna 2020'an de hatin avakirin nayên berdan. Tenê di sala 2023’yan de ji ber sedemên cuda serbestberdana herî kêm 426 girtiyan hat dirêjkirin.   DI SALEKÊ DE BERDANA 426 GIRTIYAN HAT ASTENGKIRIN     Endamê Lijneya Rêveber a TÎHV'ê Umît Bîçer diyar kir ku lijneyên ku pêşî li berdanê digirin, xwe dixin pozîsyona dadgehê û biryarê didin ka girtî xwedî "rewşa baş" in an na. Bîçer got: "Lijneya ku divê balê bikişîne ser parastina hebûnên madî û manewî yên mirovên li girtîgehan, ji bo girtiyan di girtîgehan de bihêlin wekî astengiyeke gelekî cidî tên bikaranîn."   Biçer anî ziman ku li gorî daneyên ÎHD'ê tenê di sala 2023'yan de herî kêm berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin û got ku hêj daneyên sala 2024'an negihaştine ber destê wan, lê binpêkirina mijara gotinê bi giranî dewam dike. Bîçer da xuyakirin ku biryarên lijneyê ne hiqûqî ne û wiha got: "Dema ku ji wan tê pirsîn ku pîvanên ku mirov xwedî tevgereke baş e yan na, tu rêgez û nirxandineke der barê vê de nîn e. Ev jî nîşan dide ku ev lijne nirxandinên keyfî dikin. Mînak, girtî gava çawa tevbigerin wê tevgera wan baş bê hesibandin? Ev nayê zanîn. Dibêjin gerek heya radeyekê pûanekî bigirin. Lê nayê zanîn ku ev pûandanîn çawa tê kirin."    Bîçer bi lêv kir ku gava girtiyek ji pirtûkxaneya ku lijneyê diyar kiriye pirtûkekê nestîne wekî "di rewşeke nebaş de ne" tê hesibandin û got ku bijîşkên di nava lijneyê de cih digirin jî li gor nexweşînan nirxandinê dike.    BERDANA GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊ ASTENGKIRIN   Bîçer bal kişand ku hin girtiyên ku rê li ber berdana wan tê girtin di lîsteya girtiyên nexweş de cih digirin û got: "Dema ku rewşa tenduristiyê hebe, divê ev lijne nekeve dewrê û tu berpirsyariyê negire ser xwe. Ger kesek li girtîgehê tenduristiya xwe winda bike, divê ev yek bi lez bê nirxandin û tedbîr bên girtin. Li gorî qanûnên navneteweyî, heke hûn kesekî di girtîgehê de bihêlin dema ku nexweşiya wî giran bibe, hûn dibin sedem ku tenduristiya wî xirabtir bibe û ev yek li gorî pîvanên Nelson Mandela tevgereke xirab tê hesibandin."   TECRÎDA ÎMRALIYÊ   Bîçer diyar kir ku girtîgeha herî sereke ya ku binpêkirina mafan lê pêk tê Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ye ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tê girtin û li wir pergaleke cuda ya ceza tê sepandin. Bîçer anî ziman ku tecrîd binpêkirina mafan û îşkenceyeke mezin e.    Bîçer da xuyakirin ku tecrîda li Îmraliyê li girtîgehên ku nû hatine vekirin jî di meriyetê de ye û got: "Pêkanînên înfazê û cezayên taybet ên li Îmraliyê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê belav dibin."   MA / Esra Solîn Dal