Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin 2024-09-15 09:36:10 EDENE - Dozgeriyê îdianameya derheqê 10 zarokên hewldana xespkirina îradeya xelkê Wanê li Edeneyê protesto kirin îdianame amade kir. Dozgerî îdia kir ku zarok bi “fermana rêxistinê” çalakî li dar xistine û xwest bên cezakirin.  Komeke ciwanan di 2-4’ê nîsana 2024’an li taxên Gulbahçe û Barbaros ên navçeya Seyhan a Edeneyê ji bo protestokirina hewldana xespkirina îradeya xelkê Wanê, çalakiyeke protestoyî li dar xistin. Polîsan êrişî çalakiyê kir û zarokên bi navên E.A. û A.T. bi lêdanê binçav kirin. Piştre jî her du zarok ji hêla Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar a Edeneyê ve bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    GELEK SÛCDARÎ LI ZAROKAN KIRIN   Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê li ser giliyê polîsan, parvekirinên medyaya dijîtal, e-maîl a îxbarê û îfadeyên E.A.; bi îdiaya ku beşdarî 2 çalakiyên protestoyî bûne derheqê zarokên bi navên A.Ç, A.C., D.A., E.A., E.G., F.G., Î.B. û M.Ç. de bi îdiayên “Zirar dane malê cemaweriyê”, “Xetere li ser ewlehiya trafîkê çêkirine”, “Tev li meş û xwepêşandana derqanûnî bûne û tevî hişyariyê jî belav nebûne”, “Bêçek tev li civîn û meşê bûne û li ser xwe çek û tiştên mîna çekê gerandine û xwe kamufle kirine”, “Propagandaya rêxistinê”, “Her çend endamên rêxistinê nebin jî li ser navê rêxistinê sûc kirine” û “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” lêpirsîn vekir. Di 30’ê nîsana 2024’an di çarçoveya lêpirsînê de bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinê de A.Ç., A.C., D.A., E.A., E.G., F.G., İ.B. û M.Ç. hatin binçavkirin û piştî karûbarê binçavkirinê yê 4 rojan, sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Edeneyê hatin kirin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    DOZGERIYÊ LÊPIRSÎNA XWE TEMAM KIR    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê lêpirsîna xwe temam kir û derheqê zarokên bi navên E.A., A.T., A.Ç., A.C., D.A., E.A., E.G., F.G., Î.B. û M.Ç. de bi heman îdiayan îdianame amade kir. Îdianame ji hêla Dadgeha Zarokan a Edeneyê ve hate qebûlkirin. Bi amadekirina îdianameyê re ji bo her zarokekî herî kêm 20 sal cezayê hefsê hat xwestin.    DOZGERIYÊ CEZA XWEST   Balkêş e ku dozgeriyê di îdianameyê de dîroka sûc weke 31’ê adara 2024’an nîşan daye. Dozgerî îdia kir ku “piştî bangawaziyên weşanên girêdayî rêxistinê” ev kom li gorî bangawaziyê ev çalakî li dar xistiye û li ser “fermana rêxistinê” tev li çalakiyê bûne. Dozgerî bi domdarî îdia kir ku hinek çalakvanan rûyê xwe girtine û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” berz kirine, cadeya sereke bi lastîk û konteynerên sergoyê girtine, kevir, madeyên teqemeniyê û fîşekên hewayî avêtine wesayîta zirxî ya polîsan, bi mudaxileya polîsan jî li nava kolanan belav bûne. Bi domdarî dozger îdia kir ku di bûyeran de di her du wesayîtên zirxî de zirareke madî ya 110 hezar TL’an çêbûye û xwest ku cezayê herî giran li van zarokan were birîn.    Danişîna ewil a dozê dê di 4’ê kanûnê de li Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan a Edeneyê were lidarxistin.    MA / Hamdullah Yagiz Kesen