Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin 2024-09-15 10:33:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Rêxstina Avakirina Aştiya Civakî, di encama êrişên dewleta tirk ên ji sala 1991’ê heta niha yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de 81 zarok hatine qetilkirin.  Daneyên Rêxistina Avakirina Aştiya Civakî (CPT) ya navenda wê DYA ku xebatên xwe li Herêma Federe ya Kurdistanê didomîne careke din raxist ber çavan ku dewleta tirk taahûdên “Peymana Mafên Zarokan “ a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi cih nayine.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; CPT’yê rapora xwe parve kir û da zanîn ku ji sala 1991’ê heta niha di encama êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de herî kêm 81 zarok hatin qetilkirin û 115 jî birîndar bûne.    Herî dawî jî di encama êrişa bi SÎHA’yan a li dijî wesayîteke sivîlan a li navçeya Dukanê ya Silêmaniyeyê de Muzaffer Husên Xidir û kurên wî Mihemed Muzaffer (15) û Mubîn Muzafer (12) hatibûn qetilkirin.    Êrişên dewleta tirk berdewam in û NY jî bêdeng e.