Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin 2024-09-15 11:26:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê zarokê 12 salî Ihsan Askanî qetil kirin.  Hêzên rejîma Îranê li gundê Cekegurî yê li nêzî navçeya Raskiye yê Sîstan-Belucistanê wesayîtek gulebaran kirin. Di êrişê de wesayît wergeriya û zarokê 12 salî Ihsan Askanî jiyana xwe ji dest da. Her wiha zarokek jî bi giranî birîndar bû.