Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin 2024-09-15 12:44:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji serê salê heta niha 427 kes li Îran û Rojhilat hatine bidarvekirin.  Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji serê salê heta niha 25 jê jin bi giştî 427 kes li Îran û rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin. Par jî li Îranê 834 kes hatibûn bidarvekirin. Di nava 14 salên dawî de herî zêde kes di sala 2015’an de hatin bidarvekirin ku 972 kes hatibûn bidarvekirin. Her wiha hat gotin ku kesên hatine bidarvekirin ji ber xebatên siyasî girtî bûn.    Rêxistinê ragihand ku di nava hefteya bihûrî de welatiyê kurd ê bi navê Mûstafa Feşî yê ji Kirmaşanê ku 18 meh bû di girtîgehê de dihat ragirtin, hatiye bidarvekrin.