Li Antalyayê karkerek mir 2024-09-15 17:26:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Ahmet Çekener ê li Antalyayê ji qata şeşan a înşeatê de ket xwarê, jiyana xwe ji dest da.    Li taxa Aksu Altintaş a Antalyayê karkerê bi navê Ahmet Çekener (22) ku ji qata şeşan a îskeleya înşeatê de ket xwarê, jiyana xwe ji dest da. Karkerên hevalên wî agahî dan tîmên 112’an. Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û polîsan hatin cihê bûyerê  û tenduristvanan diyar kir ku Çekener jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeyê Çekener ji bo karûbarên otopsiye rakirin Saziya Tiba Edlî.