Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin 2024-09-15 22:36:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên paramîlîter ên ser bi Tirkiyeyê ve li gundê Kaxirê yê Efrînê bi ser malên gundiyan ve girtin û îşkence li şêniyên gund kirin. Di encama îşkenceyê de 2 jin hatin qetilkirin.   Li gorî nûçeya ANHA'yê; hêzên paramîlîter ên Emşat ser bi Tirkiyeyê ve li gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ve avêtin ser malên gundiyan û îşkence li gundiyan kirin. Di encama êşkenceyê de 2 jin hatin qetilkirin û bi dehan gundî birîndar bûn. Çeteyan îşkence li gundiyan kirin, zêr û pereyên gundiyan dizîn.   Li aliyê din duh danê êvarê jî li heman gundî çeteyan welatiyê bi navê Idrîs Hec Elî revand û li hember serbestberdana wî 5 hezar dolar ji malbatê xwestin.