Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin 2024-09-15 23:00:35 STENBOL - Xelatên Hrant Dînk a Navneteweyî ya sala 2024'an li xwediyên wan hatin belavkirin.   Li ser navê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, Xelata Hrant Dînk a Navneteweyî ya sala 2024'an hat lidarxistin. Kesên ku hêjayî xelatê hatin dîtin xelatên xwe wergirtin. Li Tirkiyeyê xelatê Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çatiyê wergirt. Xelata derveyî Tirkiyeyê jî  Rugiatu Neneh Turay ku li Sierra Leone ji bo mafên jinan têdikoşe wergirt.    DÎNK: DEWLET TUNDIYÊ DIKE    Di merasîma xelatdayînê de hevjîna Dînk, Rakel Dînk axivî û bi zimanên ermenkî, kurdî û tirkî bi xêrhatina mêvanên xwe kir. Dînk bi bîr xist ku îro rojbûna hevjînê wê Hrant Dînk a 70'an e û bal kişand ser tundiyên li cîhanê diqewimin. Dînk destnîşan kir ku mafên mirovan û sewalan tên binpêkirin û li şûna nîqaşên mafên zarokan lê agahiyên kuştin û mirina zarokan tên û got: "Dewlet bi tundiyê radibin. Tundiya dewletê vediguhere şer." Dînk li dijî şer û tundiyê û binpêkirina mafên mirovan banga têkoşîna hevpar kir.      Piştî axaftinê Rakel Dînk û Zeynep Oral xelata ku Mor Çatiyê û Rugiatu Neneh Turay wergirtibûn teqdîm kirin.