Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn 2024-09-16 10:48:27   ADANA - Li Ceyhanê TIR û dolmîşek li hev ketin. Li gorî agahiyên bi dest ketine di qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.    Li navçeya Ceyhana Edeneyê TIR’a bi plakaya 01 ALJ 044 û dolmîşa servîsê ya bi plakaya 31 C 7065 li derdora rêya bi Herêma Serbest a Yûmûrtalikê li hev ketin. Di qezayê de li gorî agahiyên bi dest ketine 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê, birîndaran rekirin nexweşxaneyên li bajar.