Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe 2024-09-16 16:44:06   AMED - Li çoltera Licê ya operasyona leşkerî lê hatiye destpêkirin dengê çekan bilind dibe.    Li gundê Pêçar ê navçeya Licê ya Amedê duh bi şev bi tevlibûna gelek leşker û cerdevanan operasyon hate destpêkirin. Hate zanîn ku piştî operasyonê tevahiya rojê herêmên Lîs, Çemê Sarûmê, Zikte û Şehîd Remzî bi helikopter û balafiran tê bombebarankirin.    Hate zanîn ku li herêmê hêj dengê çekan berdewam dike.