Li Stenbolê kesekî întîhar kir 2024-09-17 15:32:19 STENBOL - Li navçeya Sûltanbeyliyê kesekî li AVM’ê întîhar kir.    Kesekî ku navê wî nehate zanîn li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê întîhar kir. Ji bo kesê ku li Navenda Dan û Standinê (AVM) întîhar kir, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tevî hemû mudaxileya tîmên tenduristiyê jî wî kesî jiyana xwe ji dest da.