Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil 2024-09-17 15:47:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate îdiakirin ku Narîn Guran a 8 salî “hatiye xeniqandin”. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren têkildarî vê îdiayê wiha got: “Raporeke Tiba Edlî ku ketiye nava dosyayê nîne.”   Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê Rezan a Amedê winda bûbû û cenazeyê wê 19 roj piştre hatibû dîtin. Lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve têkildarî qetilkirina Guranê hatiye destpêkirin didome.   Li gorî encamên destpêkê yên Rapora Tiba Edlî ya Stenbolê, şileya ku di dema xeniqandinê de ji devê Narînê derket, ewilî rijiya ser destê apê wê Selîm Guran û ji wir jî rijiyaye ser dîreksiyon û kursiya wesayîtê.   EREN: RAPORA ATK’Ê NÎNE   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, li ser hesaba xwe ya X’yê ev agahî parve kirin: “Têkildarî sedemê mirina Narînê de di encama hevdîtinên niha me kirin de Raporeke Tiba Edlî ku ketiye nava dosyayê nîne.”