Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê 2024-09-17 16:21:30   AMED - Cenazeyên 2 endamên HPG'ê yên tê gotin di pevçûneke li navçeya Licê de jiyana xwe ji dest dane anîn ATK'ê.     Liv û tevgera leşkerî ya li gundê Pêçarê yê Licê ya Amedê berdewam e. Balafirên şer û helîkopteran di çarçoveya operasyona 2 roj berê hatiye destpêkirin de qadên Lîs, Çemê Sarumê, Zikte û “Şehîd Remzî bombebaran kirin. Beşekê dorpêça li ser gund hate rakirin û hat ragihandin ku liv û tevgera leşkerî ya li herêmê hêj didome.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di pevçûnê de endamên HPG'ê Zirav Taş (Pîro Amed) û Fehmî Başkurt (Botan) jiyana xwe ji dest dane.    Cenazeyên 2 kesên tê gotin li navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dane, anîn Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê. Malbat ji bo teşhîskirina cenazeyan hatin Amedê û mînaka xwînê dan.