Emîne Şenyaşar li Meclisê hate astengkirin 2024-09-19 14:23:08   ENQERE - Nehiştin Emîne Şenyaşar a li Meclise çalakiya xwe ya “edaletê” didomîne, derbasî avahiyê ku Koma DEM Partiyê lê ye bibe.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şanyaşarê ya ku li navçeya Pirsusa Rihayê hevjîn û du kurên wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin û kurekî wê hatiye girtin, di roja 29’emîn de li Meclisê dom kir.    Dayik Şenyaşar û kurê wê yê Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar têkildarî çalakiya xwe li Meclisê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Şenyaşaran piştre xwestin derbasî avahiyê ku Koma DEM Partiyê lê ye bibin. Polîsên li Meclisê peywirdar bûn, Şenyaşaran asteng kirin. Polîsan anîn ziman ku ji bo Şenyaşar tênekeve biryar hatiye dayîn û ew ê ji ber bê yekê destûrê nedin. Polîsan negot bê kar biryara hatiye dayîn kê daye.    ‘BILA TEVAHIYA TIRKIYEYÊ BIBÎNE’   Dayik Şenyaşar li cihê turnîkeyan rûnişt û bertek nîşanî rewşê da. Ferît Şenyaşar jî derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez wek parlamenterekî gel hilbijartiye dixwazim biçim li koma xwe, lê belê em tên astengkirin. Li vê derê fermanên keyfî tên dayîn. Nabêjin bê ka ji kê fermanê ji kê girtine. Fermana hatiye dayîn, derveyî qanûnê ye. Bila tevahiya Tirkiyeyê û hemû cîhan bibîne, li vê derê çi tê jiyîn bila were dîtin.”    Şenyaşaran çalakiya xwe li cihê ku hatine astengkirin, bi rûniştinê domandin.