Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê de 4 tîm derketin nîvefînalê 2024-09-20 09:38:57   ŞIRNEX - Tîmên ku di tûrnûvaya fûtbolê ya di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” a Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê tê lidarxistin de derketin nîvefînale diyar bûn.    Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser navê Gulistan Dokû ya ji 5’ê çileya 2020’an ve agahî jê nayê wergirtin di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” tûrnûvaya fûtbolê li dar dixe. Tîmên ku derketin çarêkfînalê hatin hemberî hev. Di çarekfînala tûrnûvaya di pêşengtiya Şaredariya Cizîrê de tê lidarxistin, şampîyonên tûrnûvayê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê amade bûn. Di maçên çarêkfînalê de 4 tîm derketin nîvefînalê.    ‘DÎSA CÎWAN DÎSA SERHILDAN’   Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên navend û navçeyan, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Zekî Îrmez, Hevşaredarê Cizîrê Abdûrrahîm Dûrmûş, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û bi sedan welatiyan maç temaşe kirin.    Pankartên “Tiryakê nekêşe, azad bibe” , “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serbikevin” û “Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye, em ê Kurdî bijîn” hatin daliqandin û dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Dîsa cîwan dîsa serhildan” û “Jin ciwan Kurdistan” hatin berzkirin.    ‘EM Ê BI DÎNAMÎZMA CIWANAN RUHÎ ZINDÎ BIKIN’    Hevşaredarê Cizîrê Abdûrrahm Dûrmûş ê di destpêka tûrnûvayê de axaftineke kurt kir, anî ziman ku dixwazin bi vê tûrnûvayê ruhê ciwanan ê yekitiyê zindî bikin. Dûrmûş, diyar kir ku dixwazin hemû qadên jiyanê yên ji gel re hatine girtin jinûve vekin û wiha got: “Em ê hemû qadên jiyanê yên ji me re hatine girtin jinûve vekin û bi awayekî azad bêhnê bistînin. Ev jî dê bi ruhê ciwanan bibe. Îro ji gelek bajaran ciwan hatin Cizîra bi ruhê berxwedan û azadiyê dîroka wê berxwedan e. Em ê ruhê ku tê xwestin bê fetisandin bi dînamîzma ciwanan zindî bikin.”   Pişt re parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal axivî û wiha got: “Em ji erdnîgariya Kurdistanê ciwanên hatine Cizîra Botan silav dikin. Îro li çar parçeyên erdnîgariya em lê dijîn li dijî jiyana nû û heqîqetê şer heye. Li Kurdistanê, Filistînê, Ûkraynayê û li hemû cîhanê dixwazin ciwanan û civakê dîl bigirin.”   ‘GELÊ KURD DÊ DEST JI NASNAMEYA XWE BERNEDE’     Ûysal, da zanîn ku serwer dixwazin bi van êrişan xwe meşrû bikin û wiha axivî: “Di şerê îro berdewam dike de weke polîtîkayên qetilkirin, tacîz û tecawizê yên li dijî jinan, dixwazin bi polîtîkayên bênasnametiyê, jibîrkirina dîrokê, xistina nava tiryakê îradeya ciwanan bişkînin. Çawa ku gelê kurd di dîrokê de li ser vê axê xwedî dîroka xwe derketibe dê ji niha şunde jî dest ji heqîqet û nasnameya xwe bernede.”   ROJA ŞEMIYÊ NÎVEFÎNALE   Piştî axaftinan bi lêdana gogê ya du dayikên ji Meclisa Dayikên Aştiyê maçên çarêkfînalê dest pê kirin. Ewilî Edenespor û Mêrdînspor hatin pêşberî hev. Mêrdînsporê, Edenespor têk bir. Di maça duyemîn de jî Silopiyaspor û Êlihspor hatin pêşberî hev. Di vê maçê de jî Silopiyaspor bi ser ket. Di maça sêyemîn de jî Wan Xaçortspor û Rihaspor hatin pêşberî hev û Rihaspor bi ser ket. Di maça dawî de jî Amedspor û Cizîrspor hatin pêşberî hev. Di vê maçê de jî Cizîrspor bû tîma çaremîn a derket nîvefînalê.    Maçên nîvefînalê dê sibê bên lîstin.