Metîna hate topbarankirin 2024-09-20 09:39:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Gundê Guherzê yê li quntara Çiyayê Metînayê hate topbarankirin.    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî axa Herêma Kurdistanê dane destpêkirin didomin. Dewleta tirk gundê Guherzê yê li quntara Çiyayê Metîna yê li navçeya Amêdiyê ya Duhokê topbaran kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê bi çar guleyên topan êrişî gundê Guherzê hatiye kirin.