Der barê wêneyên Jîna Emînî û Narîn Guran de lêpirsîn hat destpêkirin 2024-09-20 10:02:04 ŞIRNEX - Li Silopiya der barê jinên ku wêneyên Jîna Emînî û NarÎn Guran daliqandinbûn de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hat destpêkirin.  Daliqandina wêneyên Jîna Emînî ya di 16’ê Îlona 2022’yan ve li Tehranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin û wêneyên Narîn Guran a 8 salî ku li Amedê hat qetilkirin kirin hinceta lêpirsînê. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Silopiya Şirnexê di roja salvegera qetilkirina Jîna Emînî de li navçeyê li ser pirên serbihûrî wêneyên Jîna Emînî û Narîn Guran daliqandin. Serdozgeriya Komarê ya Silopiya daliqandina wêneyan wek sûc dît û bi îdiaya “propaganda rêxistinê” der barê jinan de lêpirsîn da destpêkirin.    ‘BILA PÊŞÎ HESAB JI KUJERAN BIXWAZIN’    Li ser fermana dozgeriyê, emniyetê ji bo îfadedayînê gazî aktîvîsta TJA’yê Ozlem Findik û Hevserokên DEM Partiya Silopiya Elîf Orûç û Adnan Kaplan kir. Her sê kes çû emniyetê û piştî îfade dan hatin berdan.    Ozlem Findik diyar kir ku li emniyeteê 5 saetan îfade dayîna wan dom kiriye û got: “Pirsên ku me wêneyan li ser fermana kî daliqandiye kirin. Dixwazin ku TJA’yê krîmînalîze bikin. Zîhniyeta mêrperest tehamulî daliqandina wêneyên jinek û zarokek ku hatine qetilkirin jî nake. Destûr nadin ku em zarokekê bi bîr bînin. Dixwazin têkoşîna azadiya jinên kurd bitepisînin. Dewlet li şûna ku der barê me de lêpirsînê dide destpêkirin, bila biçe hesab ji kujeran bixwaze. Em ê li dijî vê zîhniyeta mêrperest têkoşîna xwe ya azadiyê û xwedîderketina li jin û zarokan berdewam bikin.”