Anter Anter dê li Zivingê were definkirin 2024-09-20 14:08:43 MÊRDÎN - Cenazeyê Anter Anter dê li gundê Zivingê were definkirin.  Kurê rojnameger û nivîskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa), Anter Anter îro di danê sibehê de li mala xwe ya li gundê Sitîlîlê yê Nisêbîn a Mêrdînê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Anter ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Anter dê li gundê Zivingê ku bavê wî ji ewil li wir hatibû definkirin, were definkirin.    Tê payin ku DEM Partî, DBP, DFG û MKG û gelek kes tev li merasîma definkirina cenazeyê Anter bibin.