Di lêpirsîna Narîn Guranê de li dijî girtinan îtîraz hate kirin 2024-09-20 14:20:00   AMED - Li dijî girtina endamên malbatê yên di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê de hatine girtin, îtîraz hate kirin.    Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê Rezan a Amedê winda bûbû û cenazeyê wê 19 roj berê hatibû dîtin. Lêpirsîna têkildarî cînayeta Guran didome. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de dayika Narînê, Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran jî di nav de 12 kes hatine girtin.    Di dosyayê de yek ji kesên ewilî hatiye girtin jî Salîm Guran bû. Parêzerê Guran, Onur Akdag li dijî girtina endamên malbatê îtîraz kir. Îtîraz, li Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar hate kirin. Di îtîrazê de hate îdiakirin ku faîlê Narînê, Nevzat Bahtiyar e.