Tuncel: Divê em pêşengtiyê ji guherîn û veguherînê re bikin 2024-09-20 14:36:39   RIHA - Siyasetmedar Sebahat Tuncel çû serdana Şaredariya Curnê Reş û got: “Divê em şaredarvaniya alternatîf bikarin ava bikin. Meseleya me ne tenê ew e ku avahiyekî bi dest bixin. Meseleya me ew e ku pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin.”    Şandeyeke ku ji siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel, Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî û gelek kesên din pêk dihat li Rihayê çûn gelek serdanan. Şande ji ewil çû serdana OHD’ê û piştre jî çû serdana Şaredariya Curnê Reş.    'TORA ÎKTÎDAR-DARAZ-HUDA-PAR’Ê’   Di serdana OHD’ê de Tuncel bi bîr xist ku hêj Doza Kobanê biencam nebûye. Tuncel, got: “Kesên tehliye bûn ji wan dosyayên ku diviya beraet bikirana ceza xwarin. Li hevalên me yên din nêzî 40 sal ceza dan.” Tuncel, bal kişand ser geşedanên dawî û wiha got: “Narîn, çima bi rojan li gundê dewlet herî zêde lê bihêz û îstîxbarata wê lê pir xurt nehate dîtin? Her ku bûyer derdikeve holê, di bûyereke berê de jî gef li endamên darazê xwarine. Têkiliyeke daraz, îktîdar û HUDA-PAR’ê heye. Hiqûq, weke rêbazeke cezakirina muxalefetê tê bikaranîn.”    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ   Bi domdarî Tuncel bal kişand ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: “Diviya hiqûqnas vê mijarê bikirana rojev. Di cezayan de îfadeya ‘heta dimire dê di girtîgehê de be’ heye. Ev yek li dijî PMME’yê ye. Tişta em niha dijîn, çavkaniya xwe ji tecrîda li Îmraliyê digirin. Tecrîdeke ewqas giran e kul tevahiya pêvajoya em dijîn girêdayî hev e.”    ÇÛ SERDANA ŞAREDARIYA CURNÊ REŞ   Şande, piştre jî çû serdana Şaredariya Curnê Reş. Şande, ji hêla Hevşaredar Serhan Paydaş û endamên meclisa şaredariyê ve hate pêşwazîkirin. Tuncel di serdanê de axivî û got: “Em bi kelecaneke mezin li benda hilbijartinên Curnê Reş bûn. Hûn du caran bi ser ketin û ev bû moraleke mezin. Dem dema mezinkirina destkeftiyan e. Divê rêxistina me ya bajar û navçe bi destên hev bigirin û destkeftiyan biparêzin. Divê pêdiviyên welatiyan bên tespîtkirin û xizmet jê re were kirin. Derfet kêm in lê ev nabe hincet. Divê em di demekî kin de hedefên mezin bi dest bixin. Hewceye em şaredarvaniya alternatîf ava bikin. Meseleya me ne bidestxistina avahiyê ye, meseleya me ew ku bi rêya we pêşengtiyê ji guherîn û vegerînê re bikin. Em dikarin bi rêya piştevaniyê vê bikin.”   Piştre jî Hevşaredar Paydaş têkildarî projeyên xistine meriyetê û yên dê bikevin meriyetê agahî da. Herî dawî jî sihbet hate kirin û serdan bi dawî bû.