Doza Necmettîn Fendîk hate taloqkirin 2024-09-20 16:34:26   COLEMÊRG - Danişîna doza Necmettîn Fendîk ku di serdegirtina malê de hatibû qetilkirin, ji ber ku parêzerê polîsê bersûc hincet nîşan da hate taloqkirin.    Welatiyê bi navê Necmettîn Fendîk, di 18’ê tîrmeha 2017’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê di dema serdegirtina malê de bi guleyên polîsan hate qetilkirin. Ji ber qetilkirina Necmettîn Fendîk, derheqê polîsê bi navê A.F.K. de doz hatibû vekirin. 20’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Geverê hate lidarxistin. Bersûc A.F.K. ku bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûye sedema mirinê” tê darizandin tev li danişînê nebû. Malbata Fendîk û endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Colemêrgê di danişînê de amade bûn.    Parêzerê bersûc A.F.K. ji dadgehê re hincet nîşan da û tev li danişînê nebû. Şandeya dadgehê jî danişîna dozê taloqî 29’ê mijdarê kir.