Der barê Akiş de îdianameyeke din jî hat amadekirin 2024-09-21 09:46:56 COLEMÊRG – Der barê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de ku piştî hilbijartinê ji wezîfeyê hat girtin îdianameyeke din jî hat amadekirin.  Der barê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de ku piştî di hilbijartinê de bi ser ket ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve hat binçavkirin û der barê wî de lêpirsîn hat destpêkirin û ji wezîfeyê hat girtin. Lêpirsîna der barê Akiş de temam bû û îdianame hat amadekirin. Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve hat amadekirin. Di îdianameyê de Akiş bi sûcên wekî "Bêyî endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye" û "meş û civînên li dijî qanûnê li dar xistiye an jî tevî rêvebirên wan tevgeriyaye" tê tawanbarkirin.    Di îdianameyê de lînkên nûçeyên ku wî xwendine cih girtine û ev ji bo sûcdarkirinê wekî delîl hatin nîşandane. Di îdianameyê de lînkên nûçeyan ên têkildarî "Meşa Azadiyê" ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat lidarxistin û Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari jî beşdarî wê bûbûn, di îdianameyê de cih girtine û wekî sûc hatine hesibanin.    PIRTÛK SÛC HATINE HESIBANDIN   Di îdianameyê de pirtûka "Cudi'nin Avucumdaki Parçası Yahya Menekşe" ya li ser Yahya Menekşeyê 16 salî yê li Cizîrê di dema çalakiya 15'ê Sibatê de ji aliyê polîsan ve di bin panzêrê de hat eciqandin jî wekî sûc hatiye hesibandin. Her wiha di îdianameyê de pirtûka "Beyaz Soykirim" a Gulçîçek Gunel Tekînê jî bi hinceta qedexe ye wekî sûc hatiye hesibandin.    Dadgeha Bilind, ji bo dozên "endamtiya rêxistinê" gotibû "gava rêxistin rasterast bangî kes bike û kes rasterast li ser vê bangê tevlî çalakiyê bibe..." Dozger di îdianameya Akiş de guh li vê biryarê nekiriye û şîroveyeke wekî banga giştî ji bo sûc têr dike.    Di îdianameyê de dozger derpêş kir ku Akiş roja meşê rasterast daxilî nava pergala hiyerarşîk a rêxistinê bûye û ji bo vê delîl hatine bidestxistin.    Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku Akiş tevî kesên ku meşê lidarxistine tevgeriyaye û ji ber vê tiştê pê tê tawanbarkirin kiriye û hat wxestin Akiş bi "Bêyî endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye" û "meş û civînên li dijî qanûnê li dar xistiye an jî tevî rêvebirên wan tevgeriyaye" bê cezakirin.   Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Colemêrgê îdianameyê qebûl kir û wê danişîmna yekemîn di 11'ê Cotmehê de bê lidarxistin.